Amerîka: Em bawer dikin ku Îran dê bi sedan dron bide Rûsyayê

.

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku wan agahiyên îstixbaratî hene Îran dê di demek nêzîk de bi sedan firokeyên bêmirov (dron),  ji bo şerê Ukraynayê bişîne Moskowê.

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan beşdarî civîna rojnamevanî ya rojane li Qesra Spî bû, serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden a ji bo Rojhilata Navîn nirxand û pirsên rojnamevanan bersivand.

Jake Sullivan diyar kir ku divê Îran di derbarê peymana nukleerî ya bi Îranê re hin gavan biavêje û got, "Me ji bo vê peymanê demek diyar nekiriye. Li ser masê lihevkirinek heye. Em û hevkarên me yên Ewropî piştgiriyê didin vê rêkevtinê."

Sullivan diyar kir ku Rûsya di mijara şerê ligel Ukraynayê denekarî daxwazên xwe bi dest bixe û di pirsgirêka çekan a wî welatî heye û got ku Rûsya ji şerê Ukrayna wê Dronên Îranê bikar bîne.

Sulivan dibêje: “Nediyar e ka heya niha Îran ti dronek daye Rûsya yan na, lê zanyariyên wan hene ku Îran xwe amade dike ji bo rahênana hêzên Rûsî li ser Dronên xwe yên şer, di vê mehê de dê ew perwerde bihê kirin.”

Jack Sulivan got, Rûsya daxwaza sedan Dronan li Îranê kiriye daku di şerê Ukryana de bikar bîne.

Herweha Îranê jî xwest heye ku di zûtirîn dem de sedan Dronan radestî Rûsya bike.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt