Amerîka dorpêçan danî ser Îraniyên ku ji Rûsya re balafiran amade dikin

.

 Ji ber Îran ji Rûsya re balafirên bê ajotvan amade dike da li hemberê Ûkraynayê bikarbîne, Amerîka hinek dorpêçên din danî ser Îranê. Wezareta karên derve ya Amerîkayê dorpêçê danî ser 7 rêvebirên rêxistina Îranê ya ku çêkirina balafiran plan dike û hildiberînan dike, ya bi navê Rêxistina Sanayiya Fezayî û Hewageriya Îranê.

Wezareta Amerîkayê bi nivîskî mijarê weha ragihand:

“Amerîka 7 rêvebirên şîrketa ku balafirên bê ajotvan plan dike û hildiberîne ya bi navê Quds Aviation Industries û Rêxistina Sanayiya Fezayî û Hewageriya Îranê ya ku kontrola bernamên fuzeyên balîstîk dike, xist nav lîsta dorpêçan.”

Wezareta karên derve ya Amerîkayê got ku ev pêngav dewama dorpêçên ku Îranê balafirên rêze yên Şahid û Mujahir ku di meha êlûnê de biryara wan hatibû dayîne û weha got:

“Rejîma Îranê bi desteka leşkerî ya ji bo Rûsyayê ku li Ûkraynayê şer dijwar kir ranewestiya, di heman wextê de bê ku erêkirina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî bistîne, balafiran da Rûsyayê û biryara koseyê ya jimare 2231 ê îhlal kir. Îran bû destekvanê herî mezin yê Rûsyayê. Divê Îran desteka ku di şerê bê sedem de dide Rûsyayê rawestîne. Ji bo rawestandina van balafiran ji destê me çi were em ê bikin.”

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?