Amerîka: Divê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike

.

 Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Geoffrey R. Pyatt got ku ew bi Mesrûr Barzanî axiviye û jê re gotiye, “Divê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Geoffrey R. Pyattê ku ji karên enerjiyê berpirsiyar e ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Geoffrey R. Pyatt got, “Min roja înê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re pêwendiyeke gelekî baş a telefonî kir.”

“Ez heyirî mam”

Geoffrey R. Pyatt ragihand ku wî ji bo mêhvanperweriya wan spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û jê re gotiye, “Ez ji ber wan tiştên ku li Herêma Kurdistanê ji bo hilberînê enerjiyê tên kirin heyirî mam.”

“Hewlêr Oklahomaya biçûk e”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Hewler şiband wilayeta Oklahomayê ya Amerîkayê û got:

“Dema ez li Hewlêrê bûm min got ku Hewlêr Oklahomaya biçûk e, ev nêrîna me ye.”

“Helwesta Amerîkayê zelal e”

Geoffrey R. Pyatt li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê wiha got:

“Helwesta Amerîkayê ya li ser vê mijarê zelal e, divê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot.

Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin