Amerîka: Divê hikûmeteke ku xelkê temsîl dike bê derengî were avakirin

.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî dadmend û bi rêkûpêk hatin lidarxistin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkaytê bangî aliyên siyasî jî kir ku ji bo pêkanîna hikûmeteke ku nûnertiya dengê xelkê bike dest bi danûstandinan bikin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Em aliyên siyasî teşwîq dikin bêyî dereng bimînin hikûmetê ava bikin”

Vedant Patell li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê wiha got:

"Em di wê baweriyê de ne ku di nav rêberên Kurd ên Herêma Kurdistana Îraqê de xalên zêde hene ku wan dike yek ne ku wan parçe dike.

Di berjewendiya xelkê de ye ku bi pêş ve biçin û ji bo avakirina hikûmeteke bilez dem derbas nekin.

Bihêle ez çend tiştan ji we re bibêjim, pêşxistina nirxên demokratîk ji bo hikûmeta Amerîkî pêşekî ye û hevbendiyan bihêz dike.

Me dît ku gelek kes beşdarî hilbijartinan bûne, pêvajoya hilbijartinê bê pirsgirêk û rûdanên mezin hat lidarxistin.

Haya me ji hin raportan heye ku li hin navendên dengdanê hin pirsgirêkên teknîkî çêbûne lê di dawiyê de û bi giştî li gorî me dengdan hat kirin.

Em aliyên siyasî teşwîq dikin bêyî dereng bimînin bi rêya diyalogeke berdewam ji bo pêkanîna hikûmeteke aram ku nûnertiya gel dike.

Ez niha nikarim pêşbîniyên taybet bikim lê em ji serkirdayetiya Kurdistanê dixwazin ku rêyekê ji bo derbaskirina nakokiyên xwe û avakirina hikûmetê bibînin.”

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin