Amerîka: Divê hemû welat, welatiyên ji xwe ji Sûriyê werbigirin

.

Denmarkê 3 welatiyên xwe ji kampên li Rojavayê Kurdistanê vegerandin. Herwiha Amerîka bang li hemû welatên ku welatiyên wan li kampên Rojavayê Kurdistanê ne kir û got “Divê hemû welat, welatiyên ji xwe ji Sûriyê werbigirin.”

Denmarkê roja înê jinek û 2 zarokên endamên malbatên DAIŞê ji kampên li Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Herwiha Amerîka spasiya Denmarkê kir, ji bo vegerandina jinekê û du zarokên wê ji Kampên Rojavayê Kurdistanê.

Amerîka daxwaz ji welatên din jî kir ku bi heman awayî welatiyên xwe yên li kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller daxuyaniyek belav kir û tê de ji ber rola wê ya çareserkirina rewşên mirovî spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.

Herwiha Miller got “Dewletên Yekbûyî piştgirî da vegerandina Danîmarkê û amade ye ku di hewildanên wan ên vegerê de alîkariya welatên din bike.”

Miller di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê dike ku nêzîkî 10 kes kes, ku piraniya wan zarokên xizan ên bin 12 salî ne, ji zêdetirî 60 welatan, li kampên Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê mane û wiha berdewam kir “Vegerandin ji bo vê nifûsê tekane çareseriya mayînde ye. Amerîka berdewam e li ser kar bi welatên cîhanê re li ser vegerandina hemwelatiyên wan, bi taybetî xelkên xizan, ji kampên awareyan li Sûriyê.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin