Amerîka ditirse ku Trump kodên nukleerî bikarbîne û bibe sedema şerî  

.

Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley û seroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi di rêya telefonê de axifîn û behsa tedbîrên li hemberê Trump kirin ku kodên nukleerî li gor qanûnê Amerîkayê di destê Trump de ne û êrîşekî nukleerî an şerekî nede destpêkirin.

Nancy Pelosi, berê ragihandibû ku li gor qanûna Amerîkayê xala 25 ê divê Trump ji wezîfê bêgirtin û nameyan bo endamên meclisê şandibû. Hem nameyan bo serokê demokratan yê senatoyê û bo cîgirê Trump Mike Pence şandibû ku bingehekî bê amadekirin da Trump ji ser kar bigrin. Pelosî di beşekî nameya xwe de weha gotibû:

“Vê sibê ez bi serokerkan Mark Milley re axifîm û me behsa tedbîrên serokekî bê mêzên kir ku dibe xwe bigihîne kodên nukleerî û şerekî bide destpêkirin û em li ser tedbîrên li hemberê wî axifîn. Ev serokê bê awa, jê û xerabtir nedibû. Divê em xelkê Amerîkayê û demokrasiya xwe ji pêngavên wî yên bê perwa biparêzin û ji destê me çi were em bikin.”

Amerîka Haberleri

PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin
Amerîkayê alîkariya ji bo Hêza Pêşmergeyan birî
Washingtonê zexta li ser Bexdayê tundtir kir: 'Milîsan belav bikin!'
Trump piştî hewla kuştinê: Ew êriş li Destûra Amerîkayê bû