Amerîka dê bi qasî 13 milyaran alîkariyê bide Ukrayna

.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya bûdceyê ya ku tê de 13,6 milyar dolar alîkarî ji bo Ukrayna bê dayîn, pejirand.

Di Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê de  pêşnûmaya budçeya 1,5 trîlyon dolarî ya ku pakêta alîkariyê ya ji bo Ukraynayê jî li xwe digire, bi dengê "erê" yê 361 parlementeran li hemberî 69 dengên "nexêr" hat qebûlkirin. .

Pakêta alîkariyê ya 13,6 milyar dolar ji bo Ukraynayê li xwe digire, dê ji bo alîkariya leşkerî  û piştgiriya penaberên Ukraynayê yên ku neçar man birevin derve, were pêşkeşkirin.

Pêşnûmeya qedexekirina hawirdekirina petrola ji Rûsyayê jî hat qebûlkirin

Ji aliyê din ve pêşnûmeya qedexekirina hawirdekirina petrol û enerjiyê ya ji Rûsyayê, bi 414 dengên erê li hemberî 17 dengên nexêr hat qebûlkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ew dengdan piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Joe Biden cezayên dişibin naveroka pêşnûmeya li ser Rûsyayê sepand.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin