Amerîka bang li welatên cîhanê dike: Pêwendiyên xwe bi rejîma Esed re asayî nekin

.

Amerîka tewrê xwe yê li ser hevdîtinên navbera Tirkiye-Rûsya û rejîma Esed ragihand. Ragihandin ji aliyê berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê Ned Price de hat kirin. Price got ku tewrê Amerîkayê li hemberê rejîma Esed neguheriye û ew destekê nadin hevdîtinên Moskovayê û naxwazin ku welatên navborî têkiliyên xwe bi Esed re sererast bikin. Li ser mijarê Ned Price weha got:

“Dikarim yek tiştekî bêjim ku siyaseta me li hemberê rejîma Şam ê neguheriye. Em destekê nadin wan welatên ku dixwazin dîktartorê bê wijdan Esed were ser rewşa xwe ya berê û destekê bidin Esed. Em dixwazin her welat bide ber çav ku rejîma Esed 12 sale li xelkê Sûriyê zilmê dike, mafê mirovan bi hovane binpê dike û nahêle ku alîkariya mirovî bigihê xelkê Sûriyê.

Desteka me ya ji bo biryara Neteweyên Yekgirtî ya jimare 2254 an dewam dike û ji bo li Sûriyê çareseriyekî siyasî çêbibe, em ê bi NY û hemparên xwe yê din re xebata xwe dewam bikin.”

Price, li ser pirsa bê di mijarê de bi Tirkiyê ti têkilî danîne an na de weha got:

“Me, ji temamê hevkar û hevparên xwe got ku wexta normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Esed re nehatiye, wextê pêşdebirina têkiliyan nehatiye û me balê kişand ser binpêkirinên mafên mirovan yên rejîma Esed û divê haya herkesî jê hebe.”

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin