Amerîka 756 milyon dolarên din weke alîkariya mirovî dide Sûriyê

.

 Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, 756 milyon dolarên din weke alîkariya mirovî ji bo Sûriyê dişîne ji ber ku rewşa mirovî ya “ne cîgir e”.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Çarşemê di daxuyaniyekê de got, “Em li ser piştgiriya xwe bo xelkê Sûriyê berdewam dibin.”

Ev yek di demekê de ye ku destpêka îsal, Amerîka 808 milyon dolar weke alîkariya mirovî şandibû Sûriyê.

Blinken behsa wê yekê jî kir ku Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield‏, roja Çarşemê nûçeya dayîna wê alîkariya mirovî bo Sûriyê ragihand.

Blinken teqezî li ser girîngiya hebûna rêkeftineke navdewletî kiriye, ji bo rêdanê bi gihandina alîkariyên mirovî, bi rêya deriyên sînorî û got, ew “şah damara jiyanê ye” ji bo bi milyonan xelkê Sûriyê.

Antony Blinken anî ziman, “Gihandina alîkariyan bi rêya sînor, piştrastiyê dide wê yekê ku alîkariya pêwîst ji bo parastina jiyanê, di nav de, xwarin, derman û pêdawîstiyên din, bigihêjin xelkê, li seranserî bakurê rojavayê Sûriyê ku ji bo mayîna di jiyanê de, pişt bi van alîkariyan girê didin.”

Meha Tîrmehê, Encûmena Asayişê ya Navdewletî ji bo dirêjkirina dema gihandina alîkariyan bi rêya deriyê sînorî yê Bab Elhewa ve, bo nav Sûriyê heta dema şeş mehan biryarek pesend kir.

Sîstema gihandina alîkariyên mirovî bi rêya sînorê Tirkiyê bo navçeyên li jêr kontrola grûpên çekdar, ji sala 2014an ve, bûye take rêya gihandina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî bi xelkên sivîl, bêyî ku ew alîkarî bigihêjin nav navçeyên li jêr kontrola hêzên hikûmetê.

Washington dibêje, ji destpêka şer ve heta niha, wan 15.7 milyar dolar weke alîkariya mirovî daye Sûriyê.

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir