Amedsporê bersiv da alîgirên tîma Bursayê: Terorîst bavê we ye

.

Tîma Amedsporê, berî lîstika xwe ya bi tîma bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê Înegolsporê re careke din rûbirûyî gef û heqaretên nijadperestan dibe.

Grûpeke alîgirên Înegolsporê, Amedspor bi “piştevaniya terorê” tohmetbar kir lê Amedspor bê bersiv nema û got “Terorîst bavê we ye.”

Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor sibe demjimêr 14:00an li Bursayê bi tîma futbolê ya wî bajarî Înegolsporê dilîze.

Serokê tîma Înegolsporê Osman Sevîm roja pêncşemê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî bangî alîgirên tîma xwe kir.

Osman Sevîm ji alîgirên xwe xwest ku roja lîstikê bên lîstikgehê û bi “eqlekî selîm” û di keşûhewayeke aram de piştevaniya tîma xwe bikin.

"Ti dijminatiyek di navbera me û Amedsporê de nîne"

Sevîm got: “Ti dijminatiyek di navbera me û Amedsporê de nîne.

Amedspor dostê me ye û divê em dostaniyêê bi dostên xwe re bikin û ya ku li me tê ev e.”

Daxuyaniya Serokê Înegolsporê

Piştî belavkirina vê peyamê êvara heman rojê endamên grûpeke alîgirên Înegolsporê ya bi navê “Ultra Înegol” derketin kolanê û wan bertek da daxuyaniya Osman Sevîm.

Daxuyaniya nijadperest

Grûpa “Ultra Înegol”ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Yên ku fîtîkan ji bo sirûda niştîmanî lê didin, pêwendiya wan bi  rêxistina terorê heye, sloganên Apo dibêjin û alên terorê dihejînin, ne dostên me ne û nikarin bibin dostên me.

Ev daxuyaniya ku hatiye dayîn bi alîgir û tîma Înegelsporê re nê pêwendîdar e û tenê daxuyaniyeke şexsî ye.

Giraniya wê kursiya ku hûn li ser in bizanin. Ev der Înegol e û ji xwe re biaqil bin.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire