Amedspor dîsa biserket

.

Amedsporê vê hefteyê li mala xwe bi Gumuşhanesporê re leyîst û Gumuşhanespor 2-1 têkşikand. Amedspor bi vê encamê bû 3’ê car ku biserdikeve

Amed Sportîf ku di Koma Spî ya federesyona fûtbolê ya Tirkiyeyê de têdikoşe vê hefteyê li mala xwe bi Gumuşhanesporê re leyîst. Li Stadyûma xwe yî nû ya li Amedê di dewreya ewil de Gumuşhanespor 1-0 serkeftî bû. Di dewreya leyistikê ya duyemîn de di xulkeya 69’an de bi gola Emrah Taysî yê Amed Sportîfê leystik bû wekhev. Di xulkeya 84’mîn de jî Sînan Akaydîn bi penaltiyê rewş kir 2-1 û Amedspor biserket.

Bi vê encamê Amedspor 3’ê caran li pey hev biserket û pûanê xwe kir 12. 

 

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.