Amedspor bi ser ket: 12 ciwan hatin desteserkirin

.

Li Amedê bi hinceta “bêrêziya” li sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê 12 kes hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, hat îdiakirin bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser pêyan 12 ciwanên Kurd hatin desteserkirin.

Roja yekşemê li Stadyûma Amedê tîmên Amedspor û Denîzlîsporê hatin hemberî hev û Amedspor 2-0 bi ser ket.

Berî ku lîstik dest pê bike sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hat xwendin.

Polîsan bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser xwe 12 alîgirên Amedsporê desteser kirin.

Polîsan ew 12 ciwanên Kurd birin Navenda Polîsan a Alîşanê.

Li ser hesaba tora civakî ya bi navê “@zazaefendi” ku yek ji ciwanên desteserkirî ye hatiye nivîsîn:

“Di lîstika Amedsporê de bi awayekî kêfî polîsan ez desteser kirim.

Em 12 heval tevî ku me ti heqaret li 'Sirûda Îstîklalê' nekir, bi hinceta ku em ranebûne ser pêyan em hatin desteserkirin.

Bêyî ti hincetek û îmzeyekê bi awayekî kêfî vê şevê me li navenda polîsan radiwestînin.”

Wê hesabê herwiha diyar kir ku li navenda polîsan gef li wî hatiye xwarin û polîsan şkenceya derûnî jî li wan kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle