AMÊDÎ - Ji ber êrişên Tirkiyeyê agir bi zeviyên 2 gundan ket

.

 Muxtarê gundê Sigêrê Nîzar Sergelî ragihand ku ji ber şerê PKKyê û Tirkiyeyê agir bi zeviyên 2 gundan ket.

Agir li nava zeviyên gundên Kanê û Sigêrê yên girêdayî Amêdiyê derketiye.

Nîzar Sergelî ji Rûdawê re da zanîn ku agir doh nîvro derketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.

Li gorî gotina Nîzar Sergelî, bi sedan darên daristanê û rez û baxên gundiyan ji ber agir şewitîne.

Nîzar Sergelî amaje bi wê yek jî kir ku xelkên her du gundan, bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin lê heta niha nekarîne.

Muxtar Nîzar Sergelî herwiha da zanîn ku ji ber agir li herêmeke çiyayî ye Tîmên Parastina Sivîlan jî nikarin herin cihê agir û midaxale bikin.

Du sal in ji ber êrişên artêşa Tirkiyeyê yên bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê bi berdewamî agir bi zeviyên gundên Sigêrê dikeve û her tim alozî li herêmê heye.

Heta niha herî kêm 6 caran agir bi zeviyên xelkê Sigêrê ketiye.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin