Amêdî: Ji ber bombebarana Tirkiyeyê 2 malbat ji gundê xwe derketin

.

Ji ber bombebarana li derdora gundê Sergeliyê yê navçeya Amêdiyê 2 malbat ji gundê xwe derketin û berê xwe da navenda bajarê Dihokê.

Artêşa Tirkiyeyê doh li gundê Sergeliyê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê çewlîgek bombebaran kir.

Şêniyê got:

“Ev her du malbat îro piştî bombebarana doh a li nêzîkî gund ku tê de çewlîgek hat bombebarankirin, ji gund derketin.”

Şêrwan Sergelî diyar kir ku heta niha 36 malbat li gund dijîn lê piştî derketina her du malbatan tenê 34 malbat li gund mane.

Welatiyekî wê deverê ji Rûdawê re ragihand ku Tirkiyeyê 5 mûşek avêtine çewlîgeke li gundê Sergeliyê û 7 ton êm û 2 hezar kîs ka ji nav çûne.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de zêdetirî 104 gundên navçeya Amêdiyê ya Dihokê hatine valakirin.

Di van du hefteyên dawî de li herêmê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de dijwar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di şerê roja 12ê mehê ya di navbera PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de 9 leşker hatine kuştin û 12 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle