AMÊDÎ - Dronekê êrişî xaleke Pêşmergeyan kir: Birîndar hene

.

Li sînorê Amêdiyê droneke bombebarkirî ya kamîkaze xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmerge teqand.

Çavkaniyeke ji Rêveberiya Tenduristiyê ya Amêdiyê Rûdawê re got,"Piştî nîvro droneke nenaskirî li gundê Belaveyê yê Amêdiyê xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmerge teqand û ji ber vê bûyerê 3 Pêşmerge birîndar bûne."

Wê çavkaniyê di berdewamiyê jî de got, "Ew xala leşkerî ya nû duh hêzên Pêşmerge ava kiribûn dema ku dronê êriş kir, Pêşmergeyan teqe lê kir lê di nava xala leşkerî de teqiya."

Li gotina çavkaniya Rûdawê, rewşa tenduristî ya wan sê Pêşmergeyan baş e û birînên wan sivik in.

Wî berpirsê Rêveberiya Tendurustiyê ya Amêdiyê diyar kir ku li gundê Belaveyê dengê çend teqînên din hatine bihîstin.

Rûdaw nasnameyên 2 ji wan Pêşmergeyên ku birîndar bûne bi dest xistiye, navê yekjî ji wan Serdar Mihemed Selîm e, xelkê parêzgeha Dihokê ye û yê din Şehab Ehmed Mihemed e, xelkê navçeya Akrê ye.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK