AMED - Seydayê Cegerxwîn dê were bibîranîn

.

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi armanca bibîranîna nivîskar û helbestvanê navdar Cegerxwîn dê çalakiyek were lidarxistin.

Cegerxwînê ku di ser mirina wî re 40 sal derbas bûne dê li Amedê were bibîranîn û dê keça wî Boniye Cegerxwîn jî beşdar dibe.

Weqfa Mezopotamyayê ragihand ku 2yê Çiriya Paşînê saet 15:00an li Salona Konferansê ya Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoçê (Çand Amedê) dê bi beşdariya hunermendan çalakiya bibîranîna Cegerxwîn were lidarxistin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî dê beşdarî çalakiya bibîranînê bibe.

Nivîskarên Kurd ên wekî Berken Bereh, Malmîsanij, Mehmûd Lewendî, Salih Akin û Şêx Mizbeh jî dê li ser berhemên Cegerxwîn biaxivin.

Seydayê Cegerxwîn beriya niha bi 40 salî, 22yê Çiriya Pêşîna 1984an li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.

Helbestvanê navdar li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li hewşa mala xwe hat veşartin.

Cegerxwîn jiyana xwe di nava wêje û siyasetê de derbas kir û li pişt xwe gelek berhemên dewlemend hiştin ku ji helbest, ferheng û çîrokan pêk tên.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e