AMED - Qaymeqam bi mîkrofonê li melê xist: 'Ma tu terorîst î?'

.

 Li mizgefteke navçeya Pasûrê ya Amedê, qeymeqam bi mîkrofonê li mele xist û jê re got, “Ma tu terorîst î?”

Li gorî agahiyan, qeymeqamê navçeya Pasûrî ya Amedê Burak Akeller piştî nimêja îniyê çû gel meleyê mizgeftê û bi mîkrofonê lê xist.

Hat zanîn ku Akeller, bi hinceta ku şêweyê xudbeya mele neecibandiye lê xistiye.

Mîkrofona wî jî biriye

Piştî bûyerê, meleyê bi navê M.K. rapora derbê wergirtiye û giliyê qeymeqam kiriye.

Li ser giliyê mele, parêzvanên qeymeqam careke din li mele xist û mîkrofona wî birine.

“Ev serserîtiye”

Serokê giştî yê Diyanet-Senê Alî Yildiz li ser bûyerê daxuyanî da.

Yildiz di daxuyaniya xwe de behsa qeymeqam kir û got:

“Qeymeqamê Pasûrê... Tu qeymeqam î yan pêxwas î?

Li navçeya Pasûrê Serokê me yê navçeyê Diyanet-Senê hevalê me yê îmam-xetîp, li pêşiya civatê, xudbeya ku Serokê Karûbarên Olî amade kiriye xwend.

Lewra midaxelekirina kirêt a li hevkarê me provakasyon e.

Piştî nimêjê bi alîkariya parêzvanên xwe, mele birine odeyekî û tundî lê kirine. Ev serserîti ye.

Em dizanin ku piştî tundiyê parêzvanên wî çûne û mîkrofon birine.

Em dê derbarê bûyerê de bi parêzgariyê re biaxivin û bûyerê jî ji nêz ve bişopînin.”

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe