Li navçeya Rezanê (Baglar) a Amedê, Pirtûkxaneya Mestûre Erdelanê bi merasîmekê hat vekirin.
Pirtûkxaneyê navê xwe ji yekemîn dîroknasa jin a Kurd Mestûre Erdelanê wergirtiye.
Pirtûkxaneya "Mestûre Erdelan" ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê bi dirûşma “Ji her taxê re pirtûkxaneyek” li Taxa Şêx Şamîl hat avakirin ket xizmetê şêniyên taxê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik û gelek ciwan di merasîma vekirinê de amade bûn.
Serra Bucak di merasîma vekirinê de axivî û da zanîn ku ew dê bi Şaredariya Rezanê re xebatên ji bo pirtûkxaneyên nû bi lez bidin destpêkirin.
“Nîşana wê ye ku me karekî rast kiriye”
Serra Bucakê kêfxweşiya xwe ya ji ber eleqeya ciwanan anî zimên û got:
"Ev nîşana wê yekê ye ku me karekî rast kiriye.
Ji wê roja ku em hatine hilbijartin ve me diyar kir ku em dê di qadên perwerde û pêşketinê yên ciwanan de, li taxên xwe piştgiriya her cure projeyên biçûk û navîn bikin. Me soza vê da.
Dibe ku îro pirtûkxane li gorî nifûsa Rezanê ne pir mezin be lê baweriya me mezin e.
Em dê bi Şaredariya Rezanê re xebatên xwe yên ji bo pirtûkxaneyên din bi lez bidin destpêkirin."
“Divê em vê ezmûnê veguhezînin”
Serra Bucakê anî zimên ku ciwanan herî zêde daxwaza vekirina qadên xebatê û pirtûkxaneyan ji wan kiriye û wiha pê de çû:
"Em ji kevneşopiyeke pir girîng tên; divê em vê ezmûnê veguhezînin, mezin bikin û li gorî îro sererast bikin.
Divê em, bi pêşengiya ciwanan, ciwanên ku nîşan didin civakeke birêxistin, demokratîk, aştiyane û bi hev re jiyan li kolanên Amedê mimkin e, bi hev re birêxistin bikin.
Bila pirtûkxaneya me li me hemûyan pîroz be."
“Em dê xizmetan bi awayekî kolektîf bimeşînin”
Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelik jî diyar kir ku ciwan paşeroja civakê ne û got, "Me soz dabû ku em dê ji bo ciwanan çi ji destê me bê bikin."
Çelik anî zimên ku di demeke nêzîk de ew dê du pirtûkxaneyên din jî vekin û got:
"Em tenê tiştekî ji ciwanên xwe dixwazin; werin li vir bixwînin. Hûn dê kêmasiyên me temam bikin.
Em dê çi ji destê me bê bikin. Çi hewcedarî li navçeyê hebe, em dê xizmetan bi hev re û bi awayekî kolektîf bimeşînin."
Taybetmendiyên pirtûkxaneyê
Pirtûkxaneya ku li ser qadeke 221 metrekareyan hatiye avakirin, xwedî kapasîteya rûniştina 72 kesan e.
Armanca pirtûkxaneyê ew e ku hem ji bo xwendekaran û hem jî ji bo mezinan qadeke xebat, xwendin û lêkolînê ava bike.