Amed: Nasnameyên 9 kesên ku canê xwe ji dest dan eşkere bû

.

 Navê 9 kesên ku di şerê çekdarî yê li navçeya Bismilê ya Amedê de canê xwe ji dest dabûn eşkere bûn.

Li gundê Şidad û mezraya Sari Huseyîn navçeya Bismilê ya Amedê, ji ber nakokiya li ser erd û zeviyan şerekî çekdarî derket.

Sala borî jî di navbera malbatên Alyamaç û Taş ên ku xizmên hev de li ser 400 donim erda xezîneyê li nîqaş derketibû.

Di dema ku alozî berdewam dikir, di navbera malbatên Taş û Almayaç ên ku danê sibehê ji bo berhevkirina dexlûdan çûne ser erdan de nîqaş derket û nîqaş zû veguherî şer. Di şer de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî diyar kir ku cenazeyên 9 kesan li Saziya Tiba Edlî ya Amedê ne û dermankirina 2 birîndaran jî berdewam e.

Nasnameyên kuştiyan hatin eşkerekirin

Li aliyê din navên kesên ku di şerê çekdarî yê di navbera her du malbatan de canê xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin.

Ji malbata Alyamaç 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku ji malbata Alyamaç, Emîn Alyamaç û Selîm Alyamaç birayên hev in. 2 jî kurê Selîm Alyamaç mirine, navên wan Mihemed Alyamaç, Omer Alyamaç in, her wiha yek ji wan jî birazîyê wan Yûnis Alyamaç e.

Ji malbata Taş 4 kes hatin kuştin ku her çar kes jî pismamê hev in.

Hat ragihandin ku ji malbata Taş jî 4 kes mirine ku her çar kes jî pismamê hev in. Navên wan; Halîl Taş, Serhat Taş, Orhan Taş, Mehmet Can Taş.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’