Amed - Li nexweşxaneyekê stentên ku hatine bikaranîn bûne sedema mirina nexweşan

.

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê stentên ku li nexweşxaneyekê tên bikaranîn bûne sedema mirîna nexweşan.

Li gorî nûçeya CEGA Medyayê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê ya Amedê ku li herêmê ji bi deh hezaran nexweşan re xizmetên tenduristiyê pêşkêş dike, li beşa kardiyolojiyê stentên markayekê ku di salên dawî de di dema emeliyatê de li nexweşan dixin, damar qelişandine û bûne sedema mirîna nexweşan.

Di nivîsandina bijîşkan a di navbera hev de, ku bûyer tê de hat eşkerekirin, birêvebiriya nexweşxaneyê hat sûcdarkirin.

Nivîsînên ku bijîşkan di nav xwe de kirine wiha ne:

"Stent filitiye, li LMCAyê filitiye û daketiye diyagonalê. Nexweş mir. 52 salî mêr."

"Ev çi ye heval? Çima em neçar in stenteke wisa xerab hîn jî bi kar bînin?"

"Roja înê hem di vakaya min de filitî, hem jî di vakaya Kek ... de filitî."

Li gorî nûçeya CEGA Medyayê, ji ber filitîna stentan di çend mehên dawî de hin mirin çêbûne.

Dema ku ji birêveberiya nexweşxaneyê tu daxuyanî derbarê bikaranîna markaya stentê de nehat dayîn, hat ragihandin ku piştî bertekên bijîşkan êdî stentên vê markayê nayên bikaranîn.

Kurdistan Haberleri

Amnesty: Îranê rekora sêdaredanê şikand; îsal zêdetirî 1000 kes li sêdarê dane
Serok Barzanî bangî meleyan kir: Li dijî madeyên hişbir derkevin
Hakan Fîdan: Divê YPG ji herêmên ku Ereb li wan hene vekişe
100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike