AMED - Li esnafan etîketên bi Kurdî hatin belavkirin

.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Sûka Taxa Bajarê Nû li esnafan etîketên bi Kurdî belav kirin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîna 1999an, 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ango “Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî “qebûl kir.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî her sal li çar aliyê cîhanê bi çalakiyên cuda cuda tê pîrozkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî îro bi çalakiyekê girîngiya zimanê dayikê anî rojevê.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gel Rêveberiya Çandê ya Şaredariya Bajarê Nû, li Sûka Taxa Kooperatîfan a navçeya Bajarê Nû çalakiyek li dar xist.

Hevseroka Şaredariya Bajaerê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Şaredariya Bajarê Nû Mehmet Ergun, serokên daîreyan û endamên meclisê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserok Bucak û hevalên pê re, ji bo esnaf û welatiyan etîketên bihayan ên bi Kurdî û Zazakî, lewheyên deriyan yên ku "vekirî-girtî" li ser nivîsandî, kokartên berîkê yên ku hestiyariya zimanî tînin ziman û stîcker belav kirin.

Serra Bucakê bi esnafan re sohbet kir û derbarê rewşa sûkê ji esnafan agahî wergirt.

Bucakê bala kişand ser girîngiya zimanê dayikê û piştî Sûka Taxê, li Kûçeya Qişlayê jî li esnafan lewheyên deriyan yên bi Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî belav kirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê