Amed: Ji bo hezar û 400 derfetên kar 20 hezar kesan serî lê da

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo hezar û 400 derfetên kar ên demkî 20 hezar kesan serî lê da.

Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) ragihand ku ew dê ji bo ku li dibistanan wek karmendên paqijiyê kar bikin hezar û 400 karmendan li Amedê wergire.

Karê karmendiya paqijiyê dê tenê 9 mehan berdewam be

Hejmara kesên ku ji bo wan derfetên kar serlêdan kirine nîşan dide ku li Amedê bêkarî di çi rewşê de ye.

Li gor nûçeya Amîdahaberê tenê di 3 rojan de 20 hezar kesî ji bo wan derfetan serlêdan kiriye.

Serlêdanên ji bo hezar û 400 derfetên kar roja sêşemê bi dawî hat.

Li gor zanyariyan 5ê Îlonê di nav kesên ku serlêdan kiriye de dê peşk were avêtin.

Kesên ku navên wan di peşkê de derkeve dê 11ê Îlonê dest bi kar dikin.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn