Amed: Di otomobîla çawişê pispor de 63,5 kîlo madeyên hişbir hatin dîtin

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di otomobîla leşkerekî Tirkiyeyê yê bi pileya çawişê pispor de dest bi ser 63 kîlogram û nîv madeyê hişbir de hat girtin.

Çawişê pispor ê artêşa Tirkiyeyê yê bi navê E.O ku li Şaxa Îstixbaratê ya Colemêrgê dixebite roja duşemê bi otomobîla xwe ji Colemêrgê bi rê ket.

Li gorî zanyariyan roja sêşemê li xaleke pişkinînê ya li navçeya Peyasê ya Amedê otomobîla wî ji aliyê polîsan ve hatiye rawestandin.

Di xebatên lêgerînê yên di nava otomobîla wî de dest bi ser 63 kîlogram û nîv madeyê hişbir a cureyê metanfetamînê de hat girtin.

Hat ragihandin ku çawişê pispor E.O. bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatiye girtin û tîman ew biriye Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle