AMED - Dema rûxseta lêgerîna petrolê hat dirêjkirin

.

Şirketa Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) rûxseta xwe ya lêgerîna petrolê ya li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 2 salan dirêj kir.

Biryara Birêvebiriya Giştî ya Kar û Barên Maden û Petrolê ya ser bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê ve îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî biryarê, rûxseta lêgerînê ya li ser qadeke bi mezinahiya 25 hezar û 370 hektaran a li Amedê, ji bo 2 salan ango heta 10ê Tîrmeha 2027an hat dirêjkirin.

Tirkiye ji bo kêmkirina girêdayîbûna xwe bi çavkaniyên enerjiya derve, di salên dawî de xebatên xwe yên lêgerîna petrol û gaza xwezayî bi awayekî berbiçav zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de, Hikûmeta Tirkiyeyê bi taybetî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji bo lêgerîna petrolê veberhênanên mezin dike.

Piştî ku li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê rezerveke mezin a petrolê hat dîtin, Şirketa Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) xebatên xwe li herêmên derdorê berfirehtir kirin.

Li gorî daxuyaniyên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, rojane li Çiyayê Gabarê nêzîkî 135 hezar bermîl petrol tê berhemanîn ku ev jî dikare ji sedî 15ê pêdiviya giştî ya Tirkiyeyê pêk bîne.

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin