Amed - Dema ku gor dihat kolan mozaîk hat dîtin

.

Li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê dema bi kepçeyê gor dihat kolan tebeqeyeke mozaîkê derket holê.

Li gundê Memelanê yê navçeya Erxeniyê ji bo welatiyekî ku jiyana xwe ji dest dabû bi kepçeyê gor hat kolan.

Di dema kolanê de rastî tebeqeya mozaîkê hatin. Welatiyan kolan rawestand û rewş ji cendirmeyan re hat ragihandin.

Muxtarê gundê Memelanê Hasan Akdogan got ku berê jî kevirên biçûk derdiketin û ew bi wan keviran pêncok dilîstin.

Akdogan diyar kir ku îro jî di dema kolana goristanê de dema ku kepçeyê rê çêdikir tiştekî bi vî rengî derketiye û wiha pê de çû:

"Me jî xeber da qereqolê. Zêdetirî 30 salan e ku bi vî rengî kevir derdiketin. Me wisa tevî bi hev re nedîtibû.

Cendirme hat lêkolîn kir û xeber da birêvebiriya muzeyê. Dê werin û lêkolînê bikin.

Li cihê ku me definkirin dikir jî derket. Operatorê kepçeyê di kêkiyadawiyê de dît lê xira kir."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Tirkiyeyê biryara desteserkirina Netanyahu da
Li Efrînê di du rojan de 2 Kurd hatin kustin
Joe Kent bi Rohilat Efrîn û Mezlûm Ebdî re civiya
Bafil Talebanî: Em dê ji bo we bikevin nav agirê dojehê
Hevkariya nû ya Îraq û Amerîkayê Pêşmergeyan jî li xwe digire