AMED - DEDAŞê vê carê li Farqînê elektrîka 12 gundan qut kir

.

 DEDAŞê li navçeya Faqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê elektrîka 12 gundan qut kir.

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) li çend bajarên Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku deynê xwe nadin elektrîka welatiyan qut dike.

DEDAŞê vê carê jî li Farqînê bêyî ku hincetek nîşan bide ev 3 roj in elektrîka 12 gundan qut kiriye.

Herwiha gundî îdia dikin tevî ku "deynê wan nîne jî DEDAŞê bi awayekî kêfî" elektrîka wan biriye.

Nexweşên diyalîzê hene

Li aliyê din xelkê wan gundan ji rayedaran xwest ku pirsgirêka wan careser bikin û got ku li wan gundan gelek nexweşên diyalîzê hene û ew di rewşeke pir zehmet de ne.

"Gelê Kurd ceza dike"

Herwiha xelkê gundên ku elektrîka wan hatiye birîn diyar kir ku ji her rewşeke xirab dê DEDAŞ berpirsyar be û wan wiha got:

“DEDAŞ hêza xwe ji desthilat AKP û MHPyê werdigre û gelê Kurd ceza dike.”

Li aliyê din, gundên ku elektrîka wan hatiye qutkirin ev in: Huseyna, Kinyat, Mîreliya, Zoravayê Kevn, Zoravayê Nû, Çevkiya, Dîda, Kureşa, Cengiz, Talîye, Cade Baxçecik, Kaniya Gulan.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin