Amed- Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî şevbihêrka dengbêjan hat li dar xistin

.

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî  û Tora Ziman û Çanda Kurdî bernameyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî didomin.

Ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve, bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî (15'ê Gulanê) li Parka Rojava ya Amedê şevbihêrka dengbêjan hat li dar xistin.

Îro (13.05.2022) li Parka Rojava ya li navçeya Kayapinarê ya Amedê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de çalakiya şevbihêrka dengbêjan hat li dar xistin.

Gelek, hunermend, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd û gelek hemwelatî beşdarî çalakiyê bûn.

Dengbêj Perîxana Şirnexî, Dengbêj Tulay, Dengbêj Sadiq û Dengbêj Sidiqê Farqînî di çalakiyê de ji beşdaran re stran digotin.

Welatan eleqeyeke mezin nişanê çalakiyê dan.

Piştî guhdariya Dengbêjan kesên ku beşdarî çalakiyê bûn rabûn û govend gerandin.

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî dê sibê jî bi çalakiyên cur be cur berdewam bikin.

 Rûpela Nû / Amed

Kurdistan Haberleri

Hemasê bangî Îranê kir: Welatên cîran neke armanc
Êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Dron ji kû tên avêtin?
Di êrişa li ser baregeha Sazûmana Xebatê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da
Katrin Langensiepen: Baweriya me bi Serokkomarê Sûriyeyê nayê
Newroz îsal zû hat Danîmarka yê