AMED - Atolyeya Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî tê sazkirin

.

 Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) bi helkefta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Atolyeya Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî saz dike.

GGCyê 18ê Sibata 2024an bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, Atolyeya Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî saz bikin.

Civaknas û Fêrkera Xwendina Bilez Leyla Aytek dê 21ê Sibatê li Avahiya Sumerparkê ya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat atolyeya "Pratîka Xwendina Bilez a Kurdî-Tirkî" saz bike.

Atolye, dê teknîka xwendina bilez pêşkeşî beşdaran bike.

Herwiha dê derfetê bide beşdaran ku di vî warî de piratîkan bikin.

Beşdar dê bi pêşengiya Leyla Aytekê, şiyana xwe ya têgihiştin û xebatên nivîsînê bi pêş ve bibin.

Naveroka perwerdeyê:

1.⁠ ⁠Xwendina Bilez çi ye?

2.⁠ ⁠Ji bo çi xwendina bilez girîng e?

3.⁠ ⁠Testa amadekariyê û pratîkê

4.⁠ ⁠Xeletiyên Xwendinê

5.⁠ ⁠Rê û rêbazên bi fêmdarî xwendina bilez

6.⁠ ⁠Rahênanên çav

Agahiyên li ser dem û cihê atolyeyê jî bi vî rengî ne:

Dîrok: 21.02.2024

Saet: 17.00-19.00

Cih: Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat / Avahiya Sumerparkê

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin