Amarîkayê Cezayên Sezar li ser Rojavayê Kurdistanê rakir

.

Hikûmeta Amerîkayê Cezayên  Sezar ji ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di jêr kontrola desthilata HSDê de rakir. Ev pêngava Amerîkayê bûye cihê nîgeraniya berpirsên Tirkiyê.

Li gor biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, êdî veberhêner dikarin di sektorên çandinî, zanyarî û peywendiyan, elektirîk, avahîsazî, aborî, enerjiya pak, veguhastin, tendirûstî, perwerde, pîşesazî û bazirganiyê de veberhênanê li Rojavayê Kurdistanê bikin, bêyî ku ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve ceza li ser wan bê sepandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: "Ev biryara hikûmeta Amerîkayê palpiştiyê li stratejiya îdareya Biden a  taybet bi têkbirina rêxistina DAIŞê dike. Ew jî bi rêya vejandina aboriya wan navçeyên, ku di demê çend salên dawî de ji destê DAIŞê hatine derxistin."

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand "Ev biryara hikûmeta Amerîkayê palpiştiyê li stratejiya îdareya Biden a  taybet bi têkbirina rêxistina DAIŞê dike. Ew jî bi rêya vejandina aboriya wan navçeyên, ku di demê çend salên dawî de ji destê DAIŞê hatine derxistin."

Biryara Amerîkayê demildest bû sedema  nerazîbûna berpirsên Tirkiyê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu, ragihand, ku ew vê pêngava hikûmeta Amerîkayê  wek hewlekê bo  rewa dîtina PKKê û YPGê dibînin.

Serokkomarê Tirkiyê jî li beramber wê biryarê rexne li Amerîkayê girtin.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan "Hevalno berî her tiştî YPG rêxistineke terorî ye. PKK çi be YPG jî ew e. Lewra jî ev şaşiya Amerîkayê nayê qebûlkirin. Jixwe Amerîka mixabin, di demên dawî de rêveberiya ku nû hatiye, hemûyê jî çi pitşevaniyeke aborî hebe daye rêxistina terorî ya PKKê û ew aliyên din ên li Bakurê Sûriyê. Bi barhilgiran alav û kelûpel şandine."

Di Îlona 2014ê de alîkarîkiriya bo şervanan ji aliyê Amerîkayê ve di şerê Kobanê de destpêkir. Piştre hevkariya di navebera Hevpeymaniya Navdewletî  li dijî DAIŞê bi serokayetiya Amerîkayê û HSDê,  bi armanca têkbirina DAIŞê destpêkir û  heta niha jî ew hevkarî berdewam e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin