Amarên komkujiya berava Sûriyê eşkere bûn: 811 tawan û navê 2.246 qurbaniyan hate belgekirin

.

Komîteya Şopandina mirovî û mafên mirovan a ji aliyê rêveberiya Şamê ve ji bo lêkolînkirina bûyerên komkujiyên li berava Sûriyê hatibû damezrandin, yekem rapora xwe ya tawanên hatine kirin eşkere kir.

Komîteyê da zanîn, di van rojên dawî de li berava Sûriyê 2 hezar û 246 kesên piranî elewî ne hatine kuştin û bal kişand ser rewşa xizaniya xelkê li berava Sûriyê.

Di rapora komîteyê de tê diyarkirin ku di çarçoveya serferberiya giştî a artêşê û hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê de, ji bo pûçkirina bermahiyên rejîma Baas êrîş birine ser gund û bajarê elewiyan û da xuyakirin, tenê di her sê rojên destpêkê de 15 komkujî pêk hatine ku 811 tawan bi dîmen hatine belgekirin û navên 2,246 qurbaniyan hatiye piştrastkirin.

Komîteyê diyar kir ku karesateke mirovî li benda herêma Berava Sûriyê ye û eşkere kir, rêjeya xizaniyê 97%, girtinên neyasayî û bêhtirî 10 hezar bûyerên girtin û binçavkirinê pêk hatine ku 2400 karmendên tenduristîyê û perwerdeyê ji karên wan hatine dûr xistin.

Raporê destnîşan kir ku destdirêjî li mal û milkên gel jî hatiye kirin û vê gavê şerekî mezhebî serwer e.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin