Amar; Binpêkariyên mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di heyama rojekê de

.

li Kurdistan û Îranê çendîn binpêkariyên mafê mirovî ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kirin ku Ajansa Nûçegihaniya “Hengawê” ev yeka tomar kirine.

Duh roja Çarşemî 25ê Gelawêjê li bajarê Pîranşehr û Mihabadê, aliyê kêm 15 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Li bajarê Gîlanê 8 çalakvanên warê jinan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Girtina 6 kes ji endamên malbata şehîd Komar Deroftade li bajarê Pîranşehrê û nehêştina birêveçûna rêûresma jidayîkbûna wî ji aliyê hêzên rejîmê ve.

Li bajarê Babolê du çalakvanên warê jinan ên Behayî hatine girtin.

Li girtîgehên rejîmê yên li bajarê Dêzfol û Xuremavayê du kes hatine îdamkirin.

Welatiyê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Kebîr Mihemedî mehek e di girtîgeha rejîmê de ye û hê jî çarenivîsa wî nerohn e.

Sadiq Mehmûdnijad, yek ji serhildêrê şoreşa Jînayê ku li bajarê Pîranşehrê di nav serhildana par de çavê wî birîndar bibû, ji aliyê dadgeha rejîmê ve, sizayê 3 meh girtîgeh û lêdana 30 qamçiyan bi ser de hate sepandin.

Dîsan duh roja Çarşemî 25ê Gelawêjê, jinek li Pakdeşta Tehranê ji aliyê mêrê xwe ve hate kuştin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Brîtanya amadehiya qedexekirina Supaya Pasdaran dike
Li Bursayê piştgiriya Amedsporê: Alayên kesk û sor li avahiyan hatin daliqandin
Joe Wilson: Divê em dawî li serdestiya Îranê ya li Îraqê bînin
Yekşemê şandeke Parlamentoya Iraqê serdana PDKê dike
Qubad Talebanî: Em dixwazin bibin hinardekarên kareba û xwarinê