Amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kirin: Nêrînên cuda hene

.

Piştî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10ê Hezîrana 2024an ji bo lidarxistina hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, aliyên siyasî dest bi amadekariyên xwe kirin.

Di hilbijartinan de li ser biryara Dadgeha Federalî wê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê dê çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike, lê belê aliyên siyasî yên Kurdistanê xwedî nêrînên cuda ne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê baweriyê de ye ku hinek pirsgirêk hene ku komîsyonê heta niha nekariye wan çareser bike.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, bi nêrîna wan hilbijartina vê carê ji yên berê cudatir e, vê carê Herêm li ser 4 deverên hilbijartinê hatiye dabeşkirin, derfeta sextekariyê kêmtir dibe. Herwiha Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dê çavdêriyê bike, ku dibe ku yeksantir li aliyan binêre.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê li Liqê 4 ê PDKê Merîwan Elî jî diyar kiriye, eger pirgirêkên teknîkî yên hilbijartinê neyên çareserkirin, encamdana hilbijartinan nikare proseyê misoger bike.

Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Federalî ya Iraqê roja 22ê Sibatê di rûniştina xwe ya 12an de biryar li ser skalaya ji aliyê YNKê ve dabû, li gorî wê biryarê jî 11 kursiyên kotaya pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de hatibû hilweşandin û hejmara kursiyan ji 111 daxistibû 100 kursiyan.

Piştî vê biryarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10ê Hezîranê ji bo hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê diyar kiribû.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle