Alparslan Bayraktar li ser petrola Amedê peyamek belav kir

.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê ragihand ku parêzgeha Amedê ewlehiya dabînkirina enerjiyê ya Tirkiyeyê bihêztir dike.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê petrol û enerjiya ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê tê berhemanîn peyamek û vîdoeyek belav kirin.

Alparslan Bayraktar di peyama xwe de got:

“Bajarê kevnar ê Amedê ku bi hezaran salan mazûvaniya şaristaniyan kiriye, mazûvaniya zeviyên hilberînê yên stratejîk dike ku bi wê ewlehiya dabînkirina enerjiyê ya Tirkiyeyê xurt dike.

Li ser van axan ku demekê dihat xwestin mehkûmî tariyê werin kirin, roja hilberînê ji nû ve hiltê.”

Li gorî vîdeoya ku Alparslan Bayraktar belav kiriye jî ji sedî 58ê ji 41 milyon bermîl yedeka petrolê ya ku Tirkiyeyê îsal dîtiye li qadên petrolê yên Amedê ye.

Di vîdeoyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku li Amedê, bi xebatên bênavber ên li 307 bîrên petrolê, rojane nêzîkî 16 hezar û 400 bermîl petrol tê berhemanîn û ji dîtina yekem heta niha nêzîkî 330 milyon bermîl petrol li hêza enerjiyê ya Tirkiyeyê zêde bûye.

Li gorî vîdeoyê Tirkiye armanc dike ku vê potansiyela li Amedê veguherîne hilberînê û heta dawiya salê, hilberîna rojane ya li Amedê bigihîne 20 hezar bermîlan.

Her wiha tê gotin ku Amed li ber qonaxeke nû ye ku tê de teknolojiya hilberînê jî diguhere û bi xebatên ku li 4 zeviyan tên meşandin, tê armanckirin ku hîdrokarbonên di nava zinaran de asê mane, bi modelekê nû ya hilberînê tevlî aboriya Tirkiyeyê bên kirin.

Kurdistan Haberleri

“Xirxalê Peyvan”, rexne û nirxandin - Qado Şêrîn *
Sûriye dixwaze tevlî peymana Îbrahîm bibe
35 hezar zarokên Ûkraynî wenda ne
Merz: Divê Îran vegere ser maseya danûstandinan
Reuters: Îsraîlê zêdetirî 40 zanyar û berpirsên payebilind ên Îranê kuştine