Alparslan Bayraktar hat Hewlêrê

.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar û şandeya pê re hatin Hewlêrê.

Alparslan Bayraktar ji aliyê Wezîrê Kareba Çavkaniyên Xwezayî yê bi Wekalet Kemal Mihemed, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Birêvebirê Kar û Barên Tirkiyeyê Hoşeng Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Tê çaverêkirin ku Bayraktar bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Çûbû Bexdayê

Bayraktar bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku wî û Alîkarê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenî derbarê derfetên hevkariyê yên di warê petrol û gaza xwezayî de hevdîtinek pêk aniye.

Bayraktar diyar kir ku di hevdîtinê de, pêvajoya projeyên heyî yên di navbera Enqere û Bexdayê de û her wiha derfetên hevkariyê yên derbarê petrol û gaza xwezayî de hatine nirxandin.

Bayraktar da zanîn ku wî bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re jî hevdîtinek pêk aniye û wan bipêşketinên herêmî nirxandine û wiha got:

"Me bipêşketinên herêmî û bandora wan a li ser welatên me û sektora enerjiyê nirxandin û me bal kişand ser girîngiya bikaranîna Projeya Rêya Bipêşketinê jî.”

Alparslan Bayraktar di çarçoveya serdana xwe de bi Wezîrê Karebayê yê Îraqê Ziyad Elî Fazil re jî civiyabû.

 Bayraktar got ku wan mijara hilberîna enerjiya nûjenbar gotûbêj kiriye.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Çep ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî
Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Stockholmê Semînerek Li Dar Xist
Mezlûm Ebdî: Rizgarkirina Reqayê rê li ber parastina mirovahiyê vekir
Şam dê li Serê Kaniyê û Girê Spî hilbijartinan bike
Li Tiflîsê Konferansa Karsazên Gurcistan-Kurdistanê tê lidarxistin