Alosî: Dibe ku Amerîka sizayên aborî û darayî li ser Iraqê bisepîne

.

Kesayetiyekî siyasî yê Îraqî dûr nabîne ku Amerîka sizayên aborî û darayî li ser Iraqê bisepîne, ji ber rêkeftina aborî ya di navbera Bexda û Tehranê de.

Kesayetiyê siyasî û parlamenterê berê yê Iraqê Mîsal El Elûsî îro 12ê Tîrmeha 2023an ji “Şefeq News” re ragihand, rêkeftina di navbera Bexda û Tehranê de ji bo pevguhertina gaza Îranê bi petrola xav a Iraqê, dibe ku cureyekî ji binpêkirina cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê be.

Wî got: “Ji ber vetoya Amerîkayê, divê hikûmeta Iraqê bi hişyarî danûstandinê bi Îranê re bike. Binpêkirina vê vetoyê, tê wateya binpêkirina dorpêçên aborî yên Washingtonê yên li dijî Tehranê ye.”

Got jî: “Ev gerîna hikûmeta Iraqê li dora dorpêçên Washingtonê yên li dijî Îranê, dibe sedem ku Amerîka hin cezayên aborî û darayî li ser Iraqê bisepîne.” Her wiha bi pêwîstî zanî jî ku “divê berjewendiyên Iraq û Iraqiyan li pêşiya berjewendiyên Îranê bên danîn.”

Ev daxuyaniya Mîsal Alosî piştî wê tê, Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmetên Iraq û Îranê rêkeftinek îmze kirine ji bo pevguhertina gaza Îranê bi petrola xav a reş a Iraqê.

Ofîsa ragihandinê ya serokwezîr di daxuyaniyê de ragihand, ev rêkeftin di çarçoveya hewlên hikûmeta Iraqê de tê, ji bo çareserkirina kirîza dabînkirina gazê ji bo santralên elektrîkê li welat e.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ