Almanyayê hejmarek jin û zarokên DAIŞê ji Rêveberiya Rojava wergirt

.

 Wezareta Derve ya Almanyayê ji Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê 10 jin û 27 zarokên Almanî malbatên DAIŞê wergirtine û vegerandine Almanyayê.

Hat ragihandin ku şanda Almanî ya ji du dîplomatên Almanî, Kurt Georg Stückel-Stilfried û Manga Kleese pêk hatibû, doh 30yê Adarê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kiriye û bi Hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Omer re hevdîtin kiriye.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock da xuyakirin ku wan roja 30 Adarê 27 zarokên Almanî û 10 dayik ji Kampa Roj a li Rojavayê Kurdistanê wergirtine û vegerandine Almanyayê.

Baerbock gotiye, ew kar pir bi zehmetî hatiye kirin û spasiya hemû aliyên alîkar di vê dosyayê de û bi taybet jî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Amerîkayê kiriye.

Herwiha Baerbock daye zanîn ku Amerîka û Rêveberiya Xweser alîkariyên lojîstîk ji bo vegera wan jin û zarokên Almanî pêşkêş kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha Rêveberiya Xweser 91 zarok û jinên DAIŞî radestî Almanyayê kirine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle