Almanyayê cezayek giran li bankayeke Tirkiyê birî

.

Lijneya Kontrolê ya Bankayan a Almanyayê (BaFin), ji Banka Zîraatê ya Tirkiyê ya li wî welatî re cezayekî mezin a pereyan birî, lê nehate eşkerekirin ku reqem çiqas e.

Lijneya Kontrolê ya Bankayan a Almanyayê, di encama lêkolîna xwe ya li ser karên darayî yên 7 şaxên Banka Zîraatê ku bankeke hikumî ya Tirkiyêye gelek şaşitî tespît kirin.

Di lêkolînên BaFinê de hat tespîtkirin ku Bankaya Zîraatê, bêyî rêziknameyên yasayî bi cîh bîne bi sedan milyon euro kredî dane û guman di wan pereyên ku bo bankeyê hatine razandin hene.

BaFinê bêyî ku navê bankayê eşkere bike li ser mijarê daxuyaniyek belav kir. Li gor cezayên hatine sepandin şaxên Bankaya Zîraatê yên li Almanya êdî nikarin krediyên ku reqema wan bilind e bidin û komkirina pereyên zêde û dana sûdê ya bi rêjeye bilind jî hat qedexekirin.

BaFinê herwiha tayînkirina 4 rêvebirên giştî ji bo şaxên Almanyayê ji aliyê Tirkiyê ve red kir û biryar da ku banka di karûbarên xwe de zêdetir çavkaniyên xwe bi kar bîne. Li gor BaFinê di pereyên bi rêya wê bankayê bo Tirkiyê hatine veguhestin de guman hene.

Bankaya Zîraatê bankaya herî mezin a Tirkiyê ye û li Almanya 7 şax û 114 xebatkarên wê hene. Banke li Almanya bi 250 milyon euro sermaye kar dike.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye