Almanyayê balyozê Tirkiyê yê li Berlînê vexwend

.

Wezareta Derve ya Almanyayê li ser encama darizandina karsazê Tirk Osman Kavala, gazî Balyozê Tirkiyê yê li Berlînê kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

Piştî ku dadgeha Tirkiyê ji ber bûyerên Parka Geziyê cezayê zindana heta hetayî da Osman Kavala, Wezareta Derve ya Almanyayê gazî Balyozê Tirkiyê yê li Berlînê kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê, banga azadkirina Kavala li Balyozê Tirkiyê Ahmet Başar Şen kir û ji welatên din ên YE jî xwest ku heman bangê li Tirkiyê bikin.

Berdevkê Wezareta Derve a Almanya gotiye, ev biryar li dijî berpirsyariyên endameke Konseya Ewropê ye ku dixwaze bibe endama YE û her wiha li gel standartên dewleteke hiqûqê jî nagunce.

Bi heman rengî ji Balyozê Tirkiyê re gotine ku xerabiya rewşa mafên mirovan û kêmaniyên di serweriya hiqûqî de pêwendiyên wan û Tirkiyê dixin metirsiyê û vê biryara dawî ew gelek dilgiran kirine.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin