Almanya xwest ku Rûsya baregehên xwe yên li Sûriyê bigre

.

 Berdevkê wezareta karên derve yê Almanyayê xwest ku Rûsya baregehên xwe yên li Sûriyê bigre û got:

“Ji bo ewlehiya herêmê gelek girînge ku Rûsya baregehên xwe yên li Sûriyê bigere û leşkerên xwe paşde vekişîne. Divê hebûna leşkerî ya Rûsyayê li herêmê kêm bibe. Xebatên Rûsyayê yên leşkerî tehdîda li herêmê zêdetir dike.”

Koordînatorê hukumeta Almanya yê Sûriyê Tobias Lindner, ji bo kovara Der Spiegelê peyam da û got ku divê Rûsya li desthilat û yekîtiya axa Sûriyê rêz bigre û weha dewam kir:

“Dema em dibêjin divê kes destê xwe nede yekîtiya axa Sûriyê, ev ji bo temamê aktoran bi taybetî ji bo Rûsyayê ye. Divê baregehên Rûsya yên li Sûriyê bên girtin û leşkerên xwe paşde vekişîne. Putin, Beşar Esad destek kir û şerê li hemberê xelkê Sûriyê wenda kir. Di mijarê de gelek bîranînên tije êş yên xelkê Sûriyê hene.”

Di navbera rejîma berê ya Sûriyê û Rûsya de gelek peyman hene û li ser van peymanan Lindner got:

“Dikarin peymanan betal bikin lê biryara ya xelkê Sûriyê ye. Rûsya li Derya Sipî ye da xebatên xwe û Afrîkayê û Lîbyayê bike. Di dahatûyê de ji bo YEyê tehdîdin.”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc