Almanya wê alavên agirkujiyê bişîne Îsraîlê

.

 Şansolyeyê Almanya Friedrich Merz ragihand ku ew ê materyalên vemirandina agir ji Îsraîlê re bişînin.

Merz li balafirgehê berî ku ber bi civîna G7 li Kanadayê ve biçe got, "Îsraîlê ji me xwestiye ku em materyalên agirkujiyê peyda bikin. Em ê tavilê vê yekê bikin."

Şêwirmenda Alman bernameya çekên navokî ya Îranê wekî "gefeke hebûnî li ser Îsraîlê" bi nav kir.

Merz got, "Divê Îran çekên navokî pêş nexe an jî nebe xwediyê wan. Ev ji bo Îsraîl, Rojhilata Navîn û tevahiya civaka navneteweyî gefê dixwe." Û diyar kir ku mafê Îsraîlê heye ku hebûna xwe û ewlehiya welatiyên xwe biparêze.

Merz herwiha destnîşan kir ku hewldanên dîplomatîk ji bo razîkirina Îranê ku dev ji bernameya xwe ya navokî ya leşkerî berde, bi ser neketin.

Îsraîlê di saet 03:00ê sibeha 13ê Hezîranê de operasyoneke berfireh a hewayî li dijî Îranê da destpêkirin. Gelek bajar, tevî paytext Tehran, hatin bombebarankirin.

Îsraîlê ragihand ku êrîş bernameya nukleerî ya Îranê hedef digire.

Bi êrîşên dawî re, li Îranê bi tevahî herî kêm 100 kes mirin, ku 20 fermandarên payebilind û neh zanyarên navokî ne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle