Almanya û YE gotûbêj ji bo nasandina Sipaha Pasdaran wek rêxistina terorîst dikin

.

Wezîra Derve ya Almanyayê ragehand, welatê wan li gel Yekitiya Ewrupa (YE) gotûbêj ji bo nasandina Sipaha Pasdarên Îranê wek rêxistina terorîst dikin.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di hevpeyvîneke li gel televîzyona ARD a Almanyayê de ragehand: ‘’Heftiya borî me ragehand ku li gel YE, paketekî dorpêça dijî hikûmeta Îranê emê cîhbicîh bikin. Herwaha egera nasandina Sipaha Pasdarên Îranê wek rêxistinekî terorîst jî em gotûbêj dikin.’’

Gotinên Wezîra Derve ya Almanyayê di demekî de ye ku fermandarê giştî yê sipaha Pasdarên Îranê Husên Selamî roja 29.10.2022yê ragehandibû ku divê herkesek dawî li binpêkirinan bike û ragehandibû ‘’Êdî neyên ser şeqaman.’’

Almanyayê heftiya borî ragehandibû ku li derveyî dorpêçên YEyê, dê hin sînorên zêdetir bo pêwendî li gel Tehranê bên danîn.

Annalena Baerbock di nav gotinên xwe de diyar kir, naha ti danûstandinek derbarê rêkeftina atomî ya li gel Tehranê li holê tine.

Hêjayî gotinê ye heta naha Amerîkayê Sipaha Pasdaran xistiye lîsteya rêxistinên terorîst û vê dawiyê jî Kanadayê çûn û serdana 10 hezar endamên wê rêxistina leşkerî ya Îranê ji bo axa xwe qedexe kiriye.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt