Almanya: Rejîma Îranê êdî nikare li hember serhildan û raperîna navxweyî li berxwe bide

.

Hikumeta Almanyayê dibêje rejîma Îranê êdî nikare li hember serhildan û raperîna navxweyî li berxwe bide.

Li gor Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê diyar kiriye, hikumeta Almanyayê piştî lêkolîn û çavdêriyên hûr û kûr li ser rewşa Îranê, gihîştiye vê baweriyê ku rejîma Îranê êdî nikare li hember serhildan û raperîna navxweyî li berxwe bide û di nava çend hefteyên bê de wê rejîma Îranê were hilweşandin.

Herwiha Şêwirmendiya YE eşkere kiriye, Almanya ji ber vê yekê hewl dide ku hevkarî û piştîvaniyên xwe ji bo xelkê Îranê zêdetir bike, lewre YE neçar dike ku spaha Pasdaran têxe nav lîsteya terorê.

Amerîka jî destnîşan kiriye, êdî hewlê ji bo îmzekirina rêkeftineke nû bi rejîma Îranê re nade, ji ber ku ev rejîma Îranê meşrûyeta xwe ji dest daye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle