ALMANYA - Li gorî encamên destpêkê 4 Kurd hatine hilbijartin

.

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Almanyayê, 4 Kurd hatine hilbijartin û dê derbasî parlamentoyê bibin.

Dengdana hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Almanyayê doh bi dema Almanyayê saet 18:00an bi dawî bû.

Li Almanyayê di hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Federal a Almanyayê de Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU) ji sedî 29ê dengan bi dest xistin û bû partiya yekem.

Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ku xwedî nêrîneke rastgir a tund e ji sedî 19,5ê dengan bi dest xistin û bû partiya duyem.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Serokwezîr Olaf Scholz ji sedî 16ê dengan bi dest xistin û bû sêyem.

Partiya Keskan jî ji sedî 13,5ê dengan bi dest xistin û li gorî hilbijartinên 2021ê dengên wê ji sedî 1,2 kêm bûne.

Partiya Çep ji sedî 8,5, Partiya Demokrat a Azad (FDP) ji sedî 4,9 û Hevpeymaniya Sara Wagenknecht jî ji sedî 4,7ê dengan bi dest xistin.

4 Kurd hatin hilbijartin

Li gorî encamên heta niha, ji Kurdan Ferat Koçak û Mîrza Edîs ên ji Partiya Çep, Qasim Tahîrê ji Yekîtiya Keskan û Serdar Yukselê ji Partiya Sosyal Demokrat hatine hilbijartin.

Serdar Yuksel bi rêya hesabê xwe yê Instagramê diyar kir ku ew bi sedî 33yê dengan hatiye hilbijartin û spasiya piştgirên xwe kir.

Divê were gotin ku bi tevahî 12 namzedên Kurd hebûn.

Kurdistan Haberleri

Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan
Kawa Ezîzî: Divê ENKS, MSD û HSD bibin yek
ÎYÎ Partiyê piştgirî neda pêvajoyê: Rêxistinên Mêrdînê îstifa kir