Almanya ji Hemwelatîyên Xwe Dixwaze ji Îranê Derkevin

.

Wezareta Derve ya Almanya îro Pêncşemê bang li welatîyên xwe yên li Îranê kir ku ew demûdest ji wî welatî derkevin yan jî ewê di bin xeterîya girtinên kefî û cezayên dirêj yên zindanê de bin.

"Ji welatîyên Almanya tê xwestin ku demûdest Îranê biterikînin; jiber ku bo wan xeterîya berbiçav heye ku bi awayekî kefî werin girtin, lêpirsîn kirin û herwiha bi cezayên girtîgehê yên dirêj werin darizandin. "

Wezareta Almanî bi berdewamî dîyar kir ku welatî yên dualî yên ku hem hemwelatîbûna wan ya Îranê û hem jî ya Almanya hene, pirtir di xeterîyêde ne.

Hejayê gotinê ye ku Berlîn piştgirîya toleyên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên ser Îranê dike, ku jiber Tehran eciqandina kujer ya dijî xwepêşandanerên li serenserî welêt hatine ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin