ALMANYA - Ji bo Kurdî konferans hat lidarxistin

.

Li bajarê Bremenê yê Almanyayê 2yemîn Konferansa Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî bi rê ve çû.

Endamên wê saziyê yên ji çend welatên Ewropayê beşdarî konferansê bûn.

Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî sala 2006an li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin.

Ew sazî bi şêweyekî xwebexşane karê fêrkirina Kurdî dike.

"Me sala 2012an şaxa saziyê li Almanyayê vekir"

Endama Komîteya Rêveber a Saziya Ziman Gulîstan Awazê got, “Me sala 2012an şaxa saziyê li Almanyayê vekir. Îro me konferanseke serkeftî pêk anî û ji Almanya û derveyî Almanyayê gelek kesayet beşdar bûn.”

"Me 27 hezar keç û xort fêrî Kurdî kirin"

Endamê Komîteya Rêveber a Saziya Ziman Baranê Cûmê jî got:

“Me weke Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ji sala 2006an heta 2007an li Rojavayê Kurdistanê 27 hezar keç û xort fêrî Kurdî kirin û wan bawername wergirt.”

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ