Almanya I Li Berlînê bi sed hezaran kesan ‘Şerê Pûtîn’ protesto kir

.

 Li paytexta Almanya Berlînê îro Yekşemê li dijî êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê ku ketiye roja xwe ya 4an xwepêşandaneke bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de, şerê ku bi fermana Pûtîn hatiye destpêkirin hat protestokirin û wêneyên ku Pûtîn wekî Hîtlerê nû nîşan dide hatin hilgirtin.

Xwepêşanderan bangên aştiyê kirin û diruşma, “Şer rawestîne. Ji bo Ûkrayna û tevahiya Ewropayê aştî’ qêriyan.

Li gorî zanyariyên medyayî bi qasî 500 hezar kes beşdarî wê xwepêşandanê bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gelek welatên Ewropayê, li Amerîka, Brîtanya û bi taybet jî li bajarên Rûsyayê êrîşa ser Ukraynayê tê protestokirin ku li Rûsyayê hat niha zêdetirî 3 hezar xwepêşander hatine girtin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle