Almanya, hêsaniya vîzeyê ya ji bo wan kesan bi dawî dike

.

Li gorî agahiyên ku ji qada fermî ya Almanyayê hatin ragihandin, rayedarên Almanyayê serlêdana hêsan a vîzeyê ji bo mexdûrên erdhejê bi dawî dike.

Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku prosedura vîzeya hêsan a ku Almanyayê ji bo mexdûrên erdheja ku navenda wê Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, îro bi dawî dike.

Hat diyarkirin ku li aliyê din Cemaeta Tirk a Alman jî daxwaza dirêjkirina serlêdanê kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê de hat destnîşankirin ku sepana hêsankirina vîzeyê ya bi lez ji bo demeke diyar hatiye çêkirin û ji ber kêmbûna daxwazan dê ji 6ê Tebaxê pê ve serlêdana bi dawî dibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve tekezî li ser wê yekê kir ku rêziknameya navborî wekî alîkariyên lezgîn hatiye cîbicîkirin û ne çareseriyeke mayînde ye. 

Di destpêkê de ji mexdûrên erdhejê re vîzeya 90 rojan hat dayîn ku li Almanyayê bimînin, lê piştre ev dem heta 180 rojan hatibû dirêjkirin.

Kurdistan Haberleri

Weşanên Dozê Mektûbên Guhdar D.yê yên dijîtal çap kir
Bi dronan êrişî Hêzên Zagrosê kirin: 2 birîndar
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir
Sîpan Hemo bû Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê
Şandeyeke Kurdên Êzidî bi Erdogan re civiya