Almanya, Fransa û Îngilîstan ji Îranê re: Vegere ser maseya danûstandinan

.

 Piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser tesîsên atomî yên Îranê, Almanya, Fransa û Îngilistanê bang li Îranê kirin ku vegere ser maseya danûstandinan.

Di daxuyaniya hevpar a Almanya, Fransa û Îngilîstanê (E3) de hat gotin ku "Em bang li Îranê dikin ku beşdarî hevdîtinên li ser bernameya nukleerê bibe."

Di daxuyaniyê de her wiha bang li Îranê hat kirin ku tiştekî ku aloziyê zêdetir bike neke.

Elmanya, Fransa û Îngilistanê pabendbûna xwe ya bi îstiqrar û aştiya navçê dûpat kirin û tekezî li ser giringiya xebatên dîplomatîk ji bo çareserkirina aloziyên li navçeyê kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku wan êrîşên esmanî li ser sê navendên navokî yên Îranê, Fordo, Natanz û Isfehanê pêk anîne.

Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê êrişên hewayî yên Amerîkayê li ser navendên wê yên navokî şermezar kir û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) bi xemsarî û hevkariya di vê êrişê de tawanbar kir.

Piştî êrîşên Amerîkayê, Sipahê Pasdarên Şoreşa Îranê got, "Şerê me niha dest pê kiriye" û piştî vê peyamê, Îranê di du pêlan de zêdetirî 30 moşekên balîstîk avêtin Îsraîlê.

Ajansa Hawarçûnê ya Îsraîlê ragihand ku di êrîşên mûşekî yên Îranê yên sibeha Yekşemê 22ê Hezîranê de zêdetirî 20 sivîl birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle