Almanya: Em êrişa Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar dikin

.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê êrişa Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û got, “Ew yekparçeyiya axa Îraqê binpê dike û aramiya tevahiya herêmê dixe metirsiyê.”

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya yek salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Em êrişa mûşekî ya îşev a Îranê ya neberpirsane bi tundî şermezar dikin.

Ew yekparçeyiya axa Îraqê bin pê dike û aramiya tevahiya herêmê dixe metirsiyê. Dilê me bi malbatên qurbaniyan re ye.”

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin