Almanya bo welatiyên xwe: Îranê bi cih bihêlin

.

Hikûmeta Almanyayê ji ber xwepêşandanên li Îranê, bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku ji wî welatî derkevin.

Wezareta Derve ya Almanyayê bi daxuyaniyekê derbarê geştên bo Îranê de hişyarî da û bang li welatiyên xwe kir ku ji Îranê derkevin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Ji bo welatiyên Almanyayê, metirsiyên desteserkirina bêhincet, lêpirsîn û cezayê zindanîkirinê yê demdirêj hene.”

Keça kurd a 22 salî Jîna Emînî ya ji bajarê Seqizê bû, roja 13ê Îlonê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi tometa binpêkirina serpoşiyê hatibû desteserkirin û roja 16ê Cotmehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.

Xwepêşandanên xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî, rûbirûyî karvedana tund a hêzên ewlehiya Îranê bû û Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandiye, di nava 45 rojên xwepêşandanên Îranê de, herî kêm 277 xwepêşander hatin kuştin, ku ji wan 40 kes zarok û 24 kes jin in.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle